Li gor çavkaniyên deverê, duhî (7/11/2012) li nêzîkî rawestgeha Amûdê li ser rêya dewelî agir bi tirimbêla rêwiyan ket û di encam de jina ducanî Sediya Hac Raxib û 3’ê zarokên wê yên temen 3-4 salî jiyana xwe ji dest dan. Li gor şahidên bûyerê, sedema agir bi tirimbêla ku zêdeyî 25 rêwî tê de bûn ketî, bîdonên banzînê bûn. Li Banzînxaneyê bîdonên gazê hatibûn tije kirin, di rê de agir bi bîdonê dikeve û dibe egera teqînê. Her weha, di nava rêwiyan de 2 zarokên din jî dişwetin û rewşa yek ji wan metirsîdare. 2 kesên din jî dişewitin, lê rewşa wan sivike.
Avestakurd