Di hevdîtinê de ku ji aliyê Kurdistanê ve çend wezîrên Kurd amade bûn, cîgirê serokwezîrê Ermenistanê kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê anî ziman.
Kiforkiyan pêşketinên ku li Kurdistanê dibin bilind nirxand û got, ji bo ku ew ji nêzîk ve pêwendiyên her du welatan binirxînin û bi çavê xwe rewşê bibînin ew hatine serdana Kurdistanê.
Kiforkiyan her wiha silavên serok û serokwezîrê Ermenistanê ji bo serokwezîrê Kurdistanê anî.
Cîgirê serokwezîr got ku gelek şîrketên wan dixwazin li Kurdistanê dest bi kar bikin.
Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Kiforkiyan kir û kêfxweşiya xwe ji bo serdana wî anî ziman.
Barzanî got ku ew hez dikin pêwendiyên piralî ligel Ermenistanê xirt bikin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha silavên gel û hikûmeta Kurdistanê ji bo gel û hikûmeta Ermenistanê pêşkêş dikir.
Her wiha daxwaz kir ku Ermenistan konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke û bang li şîrketên Ermenistanê kir ku werin li Kurdistanê di hemû waran de kar bikin.
AVESTA KURD