Serrûpel Nûçe Bi panzeran êrîşî nimêjvanan kirin (Vîdyo)

Bi panzeran êrîşî nimêjvanan kirin (Vîdyo)

Belav bike
Polîsên dewleta Tirkiyê êrîşa cemaata ku nimêja înê a sivîl dikir kir. Li navçeya Colemêrgê li Geverê, li xaçerêya girtîgeha berê gelê navçeyê ji bo nimêja înê bicîhbîne kom bû û dest bi nimêjê kir. Polîsan, bi bombeyên gazê û ava bitazyîk midaxeleya gel kir ku di nav wan de jin jî hebûn.
Cemaata ku di nav bombeyên gazê de ma dîsa jî nimêja xwe berneda. Piştî nimêjê gel bertek nîşana helwesta polîsan da û çalakiya rûniştinê pêk anî. Li ser midaxeleya polîsan, li taxên wek Orman, Kişla, Cumhuriyet, Gungor û Esentepeyê di navbera xort û polîsan de pevçûn derketin. 
Esnafê Geverê jî bi derabe girtinê midaxeleya polîsan protesto kirin.