Serrûpel Nûçe Nexwe YPG girêdayî kê ye û kî birêve dibe?

Nexwe YPG girêdayî kê ye û kî birêve dibe?

Belav bike
 PYD’ê der barê pêşketinên dawî de belavokek ji raya giştî re belavkir. PYD’ê di vê belvokê de (ku kopiyeke wê gihişte destê me jî), red kir ku hêzeke wan ya çekdar li Rojavayê Kurdistanê hebe û diyarkir ku partiya wan êrîşî ti nivîsîngehên partiyan nekiriye û axivitinên der barê partiyan wan de têne kirin û belavkirin bê bextî ne û armanc ew e ku aramiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xerab bibe, têkbiçe. PYD’ê got “Di malpera fermî ya partiya Yekîtî de hatiye belavkirin û tê îdîakirin ku endamên PYD’ê êrîşî nivîsîngeha partiya wan a li Dirbasiyê kirine. Ev nûçeya wan ji aliyê cîranan ve hate derewkirin. Dirbasiyê bajarokekî biçûke, hemû kesên wê hev nas dikin û negengaze yek bûyer bêveşartin.” Her weha PYD’ê di berdewamiya belavoka xwe de weha pêde diçe “Der barê vê mijarê de em dixwazin bidin diyarkirin ku ti komên çekdar yên partiya me nîn in, lê em bi mafê gelê xwe bawer in di mijara xweparastinê de û avakirina hêzeke xweparastinê di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de, û em Hêzên Yekîneya Parastina Gel (YPG) hêza rewa ya  gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Her weha em dixwazin tekez bikin ji aliyê partiya me ve ti êrîş li dijî partiya tê navkirin û ne ti partiyên din li yek bajarî nehatiye kirin.” Her weha di belavokê de tê gotin ku ev axivitin û êrîşên li dijî PYD’ê dibin armanca xwe ‘lîstok in, bê bextî ne.’ Her weha PYD’ê di belavokê de radigihîne ku ‘gelê Kurd xwedî wê şiyanê ye ku li hemberî hemû lîstokan xwe biparêze.’  Newxe YPG’ê girêdayî kîjan alî û siyasetê ye? YPG’ê ji hêla kîjan aliyê ve tê birêvebirin? Gelo, YPG’ê bi destê kî û kîjan aliyê ve hatiye ava kirin?

 

Avestakurd