Serrûpel Nûçe Dirbesê û Tiltemirê ji hêzên Esed paqij bûn

Dirbesê û Tiltemirê ji hêzên Esed paqij bûn

Belav bike

 Duhî (10/11/2012) li ser banga YPG’ê û partiyên li bajarokê Dirbêsiyê bê ku yek gule bê teqandin Kurdan hemû sazî û dezgehên rejîma Sûriyê xistin destê xwe. Her weha li bajarokê Tiltemûrê jî ku ligel gelê Kurd Aşûrî û Ereb dijîn sazî û desgehên rejîma Sûriyê kete destê gel. Hêjayî gotinê ye, li her du bajarokan hêzên rejîma Sûriyê bê ku guleyekî biteqînin xwe vekişandin û derketin derveyî sînorê van bajarokan. Heta Îroj jî, li gor agahiyên hatine bidestxistin rewşa Dirbêsiyê û Tiltemûrê biarame.

 

Avestakurd