Serrûpel Nûçe Obama hêstir barandin

Obama hêstir barandin

Belav bike
Barack Obamayê ku cara duyem bû serokdewletê Amerîka, li bajarê Chicago, derkete pêşberî xortên ku di kampanya hilbijartinê de piştgirî dabûn wî û axaftinek kir. Di axaftina xwe de Obama, qala ciwaniya xwe kir. Dema qala 25 saliya xwe dike, ku çawa û bi çi armancê hatiye Chicago, nikare hêstirkên xwe bigre û hêstirkên xwe dibarîne. Obama bi ciwanan re dibêje, dema ez li vira li we dinêrim, a ku ez dibînim ne ciwaniya min e. Ez we ji halê xwe yê wê demê baştir dibînim. Hûn hîn baş organîze dibin û jîrektir in. Ez bi we bawer dikim ku, hûn ê di jiyana xwe de serkeftinên baştir bidestxînin.