Serrûpel Nûçe Di girtîgehê de îsyan derket: 27 mirin

Di girtîgehê de îsyan derket: 27 mirin

Belav bike

Li Srî Lanka, li girtîgeha bi navê Weliada a li paytext Colomboyê mehkûman serî hilda.  Di encama serhildanê de 27 mehkûma jiyana xwe wenda kir. Bûyer, dema ku gardiyanan li girtîgehê lêkolîn pêk dianîn, ku polîs dikevine girtîgehê destpê kiriye. Mehkûman, çek bidestxistine û di navbera gardiyan û mehkûman de pevçûn derketiye. Xeynî 27 mirina mehkûman, 43 kes jî birîndar bûne. Ji birîndaran jê 23 mehkûm, 13 polîs û 4 jî leşker bûne.
Li gorî nûçeya BBC’yê, polîsekî 6 mehkûmên ku xwestine birevin girtine lê ne diyar e ku çiqas mehkûm reviyane.  
Li Girtîgeha Wekadayê 4 hezar mehkûm tên girtin.