Îro Nêçîrvan Barzanî ji aliyê wezîrê derve Elî Ekber Salihî ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Salihî kêfxweşiya xwe bi serdana Barzanî û şanda ligel anî ziman.
Piştre li ser pêwendiya di navbera her du welatan de hate rawestandin.
Her du aliyan diyar kirin ku divê pêwendî berferehtir bibin.
Di hevdîtina de berpirisyarê pêwendiyên derve di hikûmeta Kurdistanê de Felah Mistefa û berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bûn.
Piştre Serokwezîrê Kurdistanê hevdîtin ligel cîgirê serokomarê Iranê Eli Seidlo pêk anî.
Hevdîtin bi şêweyekî dostane bi rêve çû.
Li ser dostaniya derênî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Kurdistanê û gel milet û komara Îranê hate rawestandin.
Çaverêtêkitin ku serokwezîrê Kurdistanê dibe ligel serokê Iranê Ehmedî Nejad bicive.
AVESTA KURD