Çalakiyê grevên birçîbûnê a li girtîgehên Tirkiyê a bêdem û bêdorveger, kete roja 62 an. Li ser vê, li çar aliyê cîhanê zêdetirî 320 rewşenbîrên naskirî; akademîsyen, hunermend, bijîşk, siyasetmedar, zanyar û rojnamevana, bang li saziyên wek; Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Parlemena Yekitiya Ewrupa, Parlemena Qraliyeta Yekbûyî, Rêxistina Efûyê a Navneteweyî, Çavdêrxaneya Mafê Mirovan, saziyên çapemeniyê yên navneteweyî, sendîka û kesayetên aştîxwaz kir ku, bila li hemberî daxwaziyên çalakgeran peywira xwe bi cîh bînin û daxwaziyên wan qebûl kirin bidin.
Di teksta banga rewşenbîran de tê îfadekirin ku, bi 10 salan e ku gelê Kurd, ji aliyê pergala dewleta Tirkiyê ve tê înkarkirin, asîmîlekirin û redkirin. Dewlet nasnameya Kurdan qebûl nake û ziman û çanda Kurdan jî qedexe dike. Heta çalakiyên ku bi armanca daxwaziya ziman û çandê tên kirin, bi şîdetê tên astengkirin.
Dîsa tê bibîrxistin ku, ji 12ê Îlonê vir ve 63, ji meha Cotmehê vir ve 700 û ji 5ê Mijdarê vir ve jî 10 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê, greva xwe a birçîbûnê didomînin.