Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî ligel serokê Iranê civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel serokê Iranê civiya

Belav bike
Di civînê de pirsgirêka sînor ya di navbera her du welatan de hate rojevê.

Her wiha xurtkirina pêwendiyên bazirganî û bilindkirina asta wê yek ji xalên hevdîtinê bû.

Serokê Îranê Nejad got, ewê pirsgirêkên sînor çareser bikin û ewê bi her awahê hewl bidin ku pêwendiyên bazirganî ligel herêma Kurdistanê xirt bikin û bigihînin asteke bilind.

Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de jî anî rojevê.

Her du alî di wê baweriyê de bûn, ku çareserkirina pirsgirêkan tenê bi diyalog û vegera ser destûrê pêk tê.

Piştî hevdîtina ligel Ehmedî Nejad, serokwezîrê Kurdistanê ligel serokê Parlamentoya Iranê Elî Laricanî û cîgirê yekem yê serokê Iranê Reza Rehîmî civiya.