“Min bi pêwîst zanî raya giştiya xelkê
Demeke li benda wê yekê bûm ku derfet bê dayîn heta bê zanîn ew sozên ku bi cenabê SeroKomar dabûn, ji bo ragirtin û hilweşandina Operasyona Dîcle digihe kuderê. Me li Herêma Kurdistanê hengaveke din li ber negirt heta ku rê bidîn li rêya diyalogê ve Operasyona Dîcle bê hilweşandin.
Niha bi rûnî derketiye ku tu pabendiyek bi cîhkirina wan sozên ku berê ji bo ragirtina biryara pêkanîna wê Fermandeyê û asayîkirina pêvajoyê û çareserkirina aştiyaneya kêşeyan dabûn Serokomar tûne ye.
Dixwazim xelkê Îraqê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dilniya bikim, ku bi cidî beranberî wê hengava nedesturiyê dûvdaçûnê dikîn û helwesta me jî dibe. Bi pirs û şêwirîna li gel cenabî SeroKomar û aliyên pêwendîdarên din, ji bo redkirina her siyaset û hengav û biryarek ku armanca sepandina rastiyeke nedestûrî bê li navçeyên veqetandiyên Kurdistanê da, hengavên pêwîst li ber digrîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/11/2012″
Avestakurd