Serrûpel Nûçe Şewata sînema Amûdê ji bîr nabe!

Şewata sînema Amûdê ji bîr nabe!

Belav bike

 Li wê demê, zor dane zarokên dibistanên Amûdê ku ji bo piştgirî û komkirina pereyan ji şoreşa Cezayîrê re biçin sînemê. Salona sînema Amûdê ku tenê têra dora 250 zarokan dikir, bi zorê 500 zarok derbasî salonê kirin û deriyê sînemê li zarokan girtin. Paşê agir bi çar aliyên wê ket. Di vê şewatê de li dora 283 zarok şewitîn. Em weke malpera Avestakurd vê rojê bîr tînin û bang li hemû partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku di vê roja qet ji bîra gelê Kurd naçe de bibin yek û dilê van zarokan şa bikin da tu carî ev bûyerên şovenistî dubare nebin.

 

Avestakurd