Serrûpel Nûçe Balefirên Sûriyê Tiltemer bombebaran dikin

Balefirên Sûriyê Tiltemer bombebaran dikin

Belav bike
 Li gor agahiyên hatine bidestxistin, îro balefirên şer yên rejîma Sûriyê gundê Til Nesrî yê Aşûriyan ku 10 kîlo metran ji Tiltemerê dûre bombebaran kirin. Di encam de 3’ê xanî hilweşiye û zarokek û jinek birîndar bûn. Her weha balefirên şer yên rejîmê Sûriyê goristana Tiltemerê ku 700 metrî ji bajêr dûre bombebaran kir. Di encam de kesekî sivîl jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Her weha 5 xanî hilweşiyan û beşek ji Dêrê hilweşiye.

 

 

Avestakurd