Serokê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîna rojnameya Milliyet ya Tirkiyê ligel pêkanî de, ji çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê got “Pêwîste ji bo encamdana çareseriyê, her du alî agirbestê ragihînin û çekan bê deng bikin.” Serok Barzanî behsa Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan kir jî û got “Ocalan dikare di pêkanîna aştiyê de rola xwe bilîze, ji ber ku heya niha PKK’ê bi Ocalan ve girêdayî ye.” Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijara rojiya birçîbûnê jî sekinî û diyarkir “Pêwîste dawî li çalakiyê bê daayîn, ji ber ku grevgirtî gihîştine qonaxa mirinê, her weha pêwîste hikûmet Enqerê jî bersiveke wê ya erênî di vê derbarê de hebe.” Her weha Serokê Herêma Kurdistanê got jî ku ew amadene navbeynkarêyê bikin di navbera PKK’ê û Tirkiyê de.
Avestakurd