Serrûpel Nûçe Leyla Zana dest bi greva birçîbûnê kir

Leyla Zana dest bi greva birçîbûnê kir

Belav bike

Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana, li meclîsê dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger kir. Zana, bona ku piştgiriya xwe nîşana çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bide, ketiye greva birçîbûnê.
Li girtîgehên Tirkiyê, ev 64 roj in ku bi hezaran girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê di greva birçîbûnê de ne. Li derve jî di serî de 8 parlementerên BDPê, gellek kesayeta dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di derbarê destpêkirina greva birçîbûnê a Leyla Zana de, Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyek da û îfade kir ku, ji bo ku Zana peyamekê bide meclîsê, li odeya xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye.