Serrûpel Nûçe Li Sirûcê gundên li ser sînor vala kirin

Li Sirûcê gundên li ser sînor vala kirin

Belav bike

Li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê şîdet her diçe dijwartir dibe. Ji ber ku çendake balefirên şer yên rejîma Suriyê endamên artêşa azad li ser sînor bombardiman dike, ev rewşa gund û navçeyên li ser sînor yên Tirkiyê jî ji cîh û warên xwe dike. Piştî Serê Kaniya Rihayê, li navçeya Rihayê Pirsûsê (Suruç) jî gund têne valakirin. Gundên Pirsûsê yên nêzika Suriyê Murşîtpinar û Bağli hatin vala kirin û gelê gundiyan jî ji gundan hatin tahliyekirin. 
Bi sedema bombardiman û pevçûnan, li Serê Kaniya Rihayê, heta 19  Mijdarê dibistan hatin girtin.