Serokê Herêma Kurdistanê der barê hebûna rastiya pirsa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de got “Li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) pirsa Kurdî heye, rastiyeke Kurd heye. Em tênegihiştin nenaskirina dewletên li Herêmê ji realîteya Kurdên Sûriyê re. Her parçeke Kurdistanê taybetmendiyên xwe hene, têguhartin. Dê pirsa Kurdî li Sûriyê çawa çareser bibe? Em li ser vê disekinin. Aliyê Ereban ji destpêka sala 1962’an siyaseta Erebkirinê li Kurdistana Sûriyê meşandin. Lê di vê yekê de bisernektin. Niha jî divê relaîta Kurd bêdîtin.” Serok Barzanî der barê pirsa PYD’ê de jî diyarkir ku PYD’ê nayê înkarkirin û weha pêdeçû “PYD’ê nayê înkarkirin. PYD’ê li Kurdistana Sûriyê heye. Lê, ji derveyî Sûriyê ev kar gelek tê mezinkirin. Li Sûriyê Kurd hene! Kurdên li wir Kurdên Sûriyê ne. Kurdên li wir dikarin hez ji PYD’ê jî û PKK’ê jî bikin. Lê dikarin ji hinek komên dij jî hez bikin.” Û got jî “Ji bo me ya girîng li Kurdistana Sûriyê Kurd pevneçin. Ev yek ji bo me gelek girînge. Ji aliyekî din ve, bê guman ji bo girînge ku Kurd û Ereb jî pevneçin.” Serokê Herêma Kurdistanê der barê mijara PYD’ê de weha dewam dike “Ez bi wê bawerim ku; Kurd di navbera xwe de, di têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de, Ereb di navbera xwe de, gelên Sûriyê di navbera xwe de pirsên xwe di çarçoveya demokrasiyê de dê çareser bikin. Nayê qebûlkirin ku PYD’ê di vê qonaxê de aliyê zext û xerabkirinê be. Hêj zû ye. Heta ku girêdayî qonaxa demokrasiyê be kesek li dijî wê dernakeve. Lê, ger ji derveyî demokrasiyê derbikeve û berê xwe bide bernameyên cuda; ne Kurdên Sûriyê, ne aliyên din, ne jî em vê yekê qebûl dikin.” Her weha li ser pirsekê, Serok Barzanî diyarkir ku ew qebûl nakin mafên Kurdên Sûriyê bê înkarkirin û got “Heta îro nasnameya Kurdên Sûriyê nehatiye naskirin. Heta nasnameya wan nîne. Berî her tiştî divê realîta Kurdên Sûriyê bê daîtin. Du milyon û nîv Kurd hene. Ji bo me ev hebûna Kurdan li Sûriyê girînge. Ji bo me Kurdên Îraqê girînge ku ew bigihin mafên xwe. Em qebûl nakin ku mafên wan bê înkarkirin. Lê, ew ê biryar bidin bê ka dê sîstemeke çawa bê Sûriyê.” Li ser pirseke Hesen Cemal der barê têkiliyên PYD’ê û rejîma Sûriyê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê weha got “Ya girîng li vir, mijar deriyê li Kurdistana Sûriyê vebûyî şansek bû ji bo PYD’ê? Yan jî gihiştina xala îro, PYD’ê berhema badora xwe ye? Hêj
Jîder: Milliyet – Avestakurd