Serrûpel Nûçe Hawramî: Tirkiyê Îraqê parçe nake

Hawramî: Tirkiyê Îraqê parçe nake

Belav bike
 Li gor rojnameya Hurriyetê a Tirkiyê Aştî Hawramî di civîna Konseya Atlantîk a Aborî û Enerjiyê de ku duhî (15/11/2012) li Stenbolê destpêkir weha berdewam kir “Ger berjewendiyên Emerîka li Mecarîstanê hene çima dê berjewendiyên Tirkiyê nebe? Ji ber ku têkiliyên me bi Tirkiyê re hene çima em evqas têne rexnekirin? Fikrandina ku niyetên Rêveberiya Kurdî û Tirkiyê ên nepenî hene neraste. Hema yekser dibêjin ‘Tirkiyê dixwaze Îraqê parçe bike’. Me li demê derbasbûyî de gelek kişand, em jî weke Îraqiyên din mafên xwe yên destûrî dixwzin. Ev nayê wê wateyê ku em cudabûnê dixwaazin.” Hawramî her weha got “Em ê hewl bidin başebaş destûr bê pêkanîn. Gelek zeviyên petrol û xazê hene, divê ev bi rengekî derbasî bazarê bibe.” Der barê xerckirina petrol û xazê de Hawramî weha pêdeçû “Ger dahatûyên petrolê bêne çareserkirin, dê mijarên teknîkî bihêsantir bêne çareserkirin. Em di demeke derbasbûnê de ne. Pêvajoya demokrasiyê hêj berdewam dike. Em behsa berhemdayîna qanûnî a 250 bermîlan dikin. Em hemû tiştî naşînin Tirkiyê, ji bo xwe jî çêdikin. Dê siyaseta Îraqê Îraqê parçe bike ne Tirkiyê wê parçe bike. Divê me gotinên ku dibêjin Tirkiyê mudaxeleya karê hundir yê Îraqê dike red bikin. Berjewendiyên aborî yên Tirkiyê weke yên her kesî heye, tu şaşîtiyek di vir de nîne. Tu wateya gurkirina agir nîne. Tu wateya xwe nîne ku Tirkiyê aktorek xerab bê destnîşankirin. Bi navê Hikûmetê van tawanan bi temamî red dikin.” Hawramî diyarkir jî ku 45 milyar bermîl yên petrol û xazê hene û got “Rêveberiya Herêma Kurdistanê di warê aborî de pêngavên baş diavêje. Dê 45 milyar bermîlên petrol û xazê li benda siyasetmedarên nebaş rawestayî nemîne.”

 

Avestakurd