Serrûpel Nûçe Her du serokwezîr li Istanbulê civiyan

Her du serokwezîr li Istanbulê civiyan

Belav bike

Di çarçoveya beşdarîkirina di konfransa enerjî û aboriyê ku, ji aliyê civata Atlantic ve li Stenbulê hatiye sazkirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan civiya.

 Di civînê de her du serokwezîran behsa têkiliyên dualiyên navbera Kurdistan û Tirkiyê û çewaniya pêşxistin û berferehkirina têkiliyên aborî û bilindkirina asta bazirganiya navbera Hewlêr û Enqereyê, kir. Di vî warî de her du aliyan tekîd li ser çareserkirina wan astengiyên dikevin pêşiya bizava aborî û bazirganiya navbera her du aliyan de kir.

Rewşa siyaisya herêmî û pêşhat û bûyerên li deverê diqewimin mijarên din yên civînê bûn, di vê çarçoveyê de tekîd li ser giringiya parastina aramî û îstîqrara herêmî hat kirin.
Pêvajoya siyasîya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bû.