Serrûpel Nûçe Karayilan banga berxwedana civakî kir

Karayilan banga berxwedana civakî kir

Belav bike

 Karayilan bersiva pirsên ANF’ê der barê çalakiya rojiya birçîbûn de da û got ku armanca dewleta Tirkiyê ew e ku koma yekê ya çalekgiran tune bike. Karayilan got “Ev cara yekem e ku ez aşkere dikim; Em li hemberî biryara rojiya mirinê ya hevalên me girtibûn, ketin dewrê, me biryara rojiya mirinê qebûl nekir. Lê hevalên me bi berpirsyartiya xwe û bi vîna xwe biryara vê berxwedanê dan.” Û weha dewamkir “Hevalên me ji rêzdariya xwe nêrîna me ya qebûlnekirina rojiya mirinê li ber çavan girtin. An ne, dê beriya du rojan dest bi rojiya mirinê bikiriban. Jixwe awayê berdewamkirina çalakiya rojiya mirinê cûda ye. Biryar ne biryara me ye, biryara wan bi xwe ye. Ji niha pêve ger zêdetir berdewam bike, biryar heye ku vebiguherînin rojiay mirinê. Em jî dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Hewldana me ev e. Ji ber ku ev yek dê bibe sedema şehadeta gelek hevalên me û dê hemû pirên di navberê de hilweşin. Ev yek dê şer û berxwedaneke mezin bi xwe re bîne. Dîsa gel û tevgera me ne bê parastin in. Têkoşîna azadiyê cara yekem di dîrokê de gihiştiye asteke bi vî rengî û ev têkoşîn li her derê jiyanê bi biryardarî tê birêvebirin.” Her weha Karayilan hişiyarî da mudaxelek li dijî girtiyan bê kirin kir û got “ Divê teşebûsa destwerandeke bi darê zorê qet neyê kirin. Ev teqez nayê qebûlkirin. Berpirsyartiya vê giran e. Li şûna vê zêdetir dem heye, divê serî li rêbazên çaseriyeke ji binî ve bê dayin.” Karayilan bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku bersiva daxwazên girtiyan bicih bîne û got “Îro roja 66’emîn e. Ji bo ev hevalên ku di çalakiya berxwedanê de dê ziyanên mayinde çêbibin. Lê ji bo pêşî li şehadetan were girtin û hewldanên zêdetir bên kirin, divê pêvajoya tecrîdê bi dawî bibe û muzakere bêne berdewamkirin, û ji bo vana şert û mercên bên çêkirin. Bi ya min hewldanên bi vî rengî dê encamê bi xwe re bînin. Ji bo vê mijarê çi tişta ku bikeve ser milên me, em amade ne ku pêk bînin. Lê divê beriya her tiştê dewlet pêngavan biavêje û pêşî li pêvajoyê vebike.” Her weha Karayilan banga berxwedana civakî a giştî li gelê Kurd kir ku divê Kurd bi giştî rabin ser piyan û got “2-3 rojên li pêşiya me pir girîng in” ev bang kir: “Divê her kes bêyî ku bêjin şev û roj bi fedekarî tevlî tevgera serhildanan bibin. Divê berxwedanê bigihînin asta berxwedana civakî û divê neyê jibîrkirin ku em dikarin bi vî awayî encamê bigirin. Rast e, me bang li hukûmetê kir, lê hukûmetê dil li vê yekê nîne. Ji bilî heqareta li hemberî gelê Kurd û nunerên wan tu tiştek din nakin. Divê em weke gel û civakê vê hêza xwe nîşan bidin. Ji ber vê jî pêşîlêgirtina şehadeta hevalan di destê demokrat û gelê Kurdistanê de ye.” Û got jî “Bi ya min divê ne du rojan, divê 24 saetan, ji bilî zarok û nexweşdan, divê her kes li saziyan qadan û malên mezin ên ku hatine diyarkirin bicivin û bi awayê greva birçîbûnê bi plan bikin. Divê çalakiyên cûdatir, bihêztir û radîkaltir bêne lidarxistin.” Karayilan her weha bang li gelê Kurd kir ku bi deh hezaran li dora girtîgehan kom bibin û got “Dîsa AKP dibêje em ê mudaxele bikin. Wê demê divê bi dehhezaran li derdora girtîgehan kom bibin. Di van rojan de divê refleksa civakî bikeve dewrê. Divê hemû demokratên li Tirkiyeyê, kesên xwedî wijdan, hemû Elewî, Misilmanên jidil, hemû kedkar, hemû demokrat, hemû xwendekar, ciwan, jin, aşitxwaz û hemû kesên ku dixwazin her du gel bi hev re bijîn, xwedî li helwesta bi biryar a girtiyan derbikevin.”

 

 

Avestakurd