Serrûpel Nûçe Îro salvegera wefata Ahmet Kaya ye (Vîdyo)

Îro salvegera wefata Ahmet Kaya ye (Vîdyo)

Belav bike

Stranbêjê Kurd Ahmet Kaya, îro li gellek deran, di salvegera wefata xwe de tê bibîranîn. Ahmet Kaya, çima ku di merasîma xelat belavkirina Komeleya Rojnamevanên Magazînê a sala 1999 an de, dema xelat wergirtibû, hestên xwe anîbûn ziman û gotibû, “Ji ber ku ez hunermendekî Kurd im, ez ê straneke bi Kurdî bistrêm û klîbekê bikişînim,” ji aliyê nijadperestan ve hatibû lînçkirin. Di rojên piştî vê bûyerê, di çapemeniya Tirkiyê de kampanyayên reşkirina Ahmet Kaya hatibûn destpêkirin. Di derbarê Kaya de doz hate vekirin. Ahmet Kaya mecbûr ma ku welêt terk bike. Kaya, bi hesreta welêt, li Parîsê di 16ê Mijdara 2000 î de, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. 
Em bi minasebeta vê roja xemgîn a salvegera xatir xwestina hunermendê nemir Ahmet Kaya, belgefîlma ku rojnamevan Umit Kivanç amade kiriye, a bi navê “Bafiroka Min Ber Bi Têlan Ket” ku navê xwe ji straneke Ahmet Kaya digre, pêşkêşî we dikin.