Bulent Arinç çalakiya rojiya birçîbûnê ku îro (17/11/2012) derbasî roja xwe ya 67’an bûye weke bi fremana ji derve re girêda û bi nav kir. Û diyarkir ku ‘ferman ji aliyê rêxistinê ve ji wan re hatiye.’ Arinç diyarkir ku parlementerên BDP’ê hatine cem, û bi Wezîrê Dadê Sadula Ergîn re jî axivîne û got “Ji me xwestin hinek daxwazên wan pêkbînin. Dê daxwaza wan ya di dadgehan bi kîjan zimanî bixwazin parastina xwe bikin dê pêk bê. Lê, dibe ku ji bo îro daxwazên di mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî û rakirina tecrîda ser Abdulah Ocalan de neyê pêkanîn. Lê bi demê re, dê Wezîrê Dadê daxwazên di çaroveya ku tê qebûlkirin de hevdîtina ligel parêzerên wî pêk bîne.” Bulent Arinç der barê bidawîkirina rojiya birçîbûnê de jî got ku dibe di her kêliyekê de hûn bibihîzîn ku rojiya birçîbûnê bi dawî bûye û weha got “Em di xalekê de ne ku di kêliyekê de dibe ku hûn bibihîzîn li Tirkiyê rojiya birçîbûnê bi dawî bûye, bidawîkirin. Teqez agahiyek nîne, lê ez li gor pêşketinên bûyeran û temasên dikin, gumana xwe dibêjim.”
Avestakurd