Yên ji aliyê me hatine zelalkirin li qereqolê 36 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Dijmin ji bo zirara mezin a qewimiye veşêre qereqol bi birandayan veşartiye, riya Çewlik û Amedê jî heta danê nîvro li çûn û hatinê girtiye. Artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskya, bi skorskyên embûlans, 5 embûlans û bi wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
Di saet 07.30’an de li dijî herêmên Angûl, Dêrkam, Huseynik, Panav, Dêrxus û Cînezorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê hêzên operasyonê şopandine di saet 09.30’an de li dijî 2 baskên dijmin di navbera Cînezor û Dêrxus de çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndarê wan jî nehatiye zelalkirin. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya û wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye. Operasyona li herêmê di saet 16.00’an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.”
Avestakurd