Parlementerê Kanadayî yê Partiya Lîberal Jim Karygiannis, çû Amedê û serdana parlementerên BDPê yên ku di greva birçîbûnê de ne kir. Karygiannis, bi armanca piştevaniyê, ji bo rojekê li avahiya KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) dest bi greva birçîbûnê kir. Parlementerê Kanadayî daxuyaniyek da û got,” ez bona ku piştgiriyê bidime parlementerên BDPê hatime Amedê. Ji bo ol, bawerî, azadî û mafê mirovan ji bo rojekê ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim. Ev çend heftene ku haya min ji grevên birçîbûnê heye.”
Li Kanadayê ji bo bi Wanê re piştgiriyê kampanyayek hatibû lidarxistin. Di bergeha wê kampanyayê de, bi pereyên ku hatibûn kom kirin, wesaîteke agirkujê hate kirîn û Parlementer Jim Karygiannis, bona ku wesaîta agirkujê radesta şaredariya Wanê bike hatibû Wanê.