Dîmenên ku îro ji Amedê tên, nîşan dide ku îro Amed rojeke awarte dijî. Bi armanca piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê, BDPê bang li gel kiribû ku, bila 17 û 18ê Mijdarê, ji bo 48 seeta çalakiya grevên birçîbûnê, li her bajaran û li qadan, bi beşdariya gel pêk bînin. Ji ber vê, hemû bajarên Kurdan û bi taybet jî Amed, îro ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve, bi wesaîtên bizirx hate dorpêçkirin.
Li gellek deran, gel rasta midaxeleya polîsan hat û gel û polîs hatine hemberî hev. Teva hemû midaxeleyên hezên dewletê jî, li pirr deran çalakiya greva birçîbûnê a ji bo 48 seeta destpê kiriye.