Li gorî ajansên deng û basan li başûrê Kurdistanê hejmara penaberên ji rojavayê welat gehşitiye 50000 kesan.
Dr. Barî Mehmud ku niha li Duhokê bu Ajansa Kurdportalê da ragehandin ku rojane bêhtir ji 400 kesan bi rêyên ne asayî dihêne başûr.
Weke tê zanîn şandeke ji 4 Diktorên kurd ji Komeleya Diktorên Kurd – Alman, 10 rojan ji bo ku ji nêzîk ve ji tendurustiya penaberan agahdar bin niha li Duhokê li kampa penaberan in.
Li gora ku Dr. Barî Mehmud dibêje, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo vê serdana wan bûye alîkar.