Serrûpel Nûçe Mustefa Cûma: Hêza Selahedîn nêzîkî me ye

Mustefa Cûma: Hêza Selahedîn nêzîkî me ye

Belav bike

 Nivîskarê rojnameya Milliyetê a Tirkiyê Hesen Cemal di gotara xwe ya di rojnameya Milliyetê de hatî belav kirin, vê carê di serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de balê dikişîne ser hevpeyvîna bi Serokê Partiya Azadî Mustefa Cûma re. Hesen Cemal dide diyarkirin ku Mustefa Cûma 65 salî ye. Ew Serokê Partiya Azadî ye û nêzîkî Barzanî ye. Hesen Cemal berdewam dike û dibêje ku Mustefa Cûma 46 sal in di nava siyasetê de, 21 sala li Beyrûtê surgun jiyan kiriye û Serokê yek ji partiyên li Rojavayê Kurdistanê ye û li dijî PYD’ê ye. Hesen Cemal berdewam dike û dibêje; 9 zarokên wî hene, zarokên wî yên herî mezin 20-21 salî ne û li zanîngeha Selahedîn ya Herêma Kurdistanê de dixwînin. Hesen Cemal di nivîsa xwe de behsa hevdîtina bi Mustefa Cûma re ku li otêla Dîwan ya Hewlêrê pêkanî û di gotara xwe de cih dide axivitinên Mustefa Cûma. Li gor Hesen Cemal Mustefa Cûma dibêje “PYD’ê girêdayî PKK’ê ye. Rejîma Esed nîne, hinek cih bi temamî ji PYD’ê re hêlaye. Di van 3-4 rojên dawî de li herêmên; Dirbêsiyê, Tiltemer, Gerekanî PYD’ê hemû karî bi rêve dibe. 3-4 mehin li Efrîn û Kobanî bi giştî ew serdestin. Qamişloyê û Dêrika Hemko jî di bin kontrola PYD’ê de ye li hinek saziyên rejîmê hene, dixebitin. Çekên wan hene, doşkên wan hene.” Mustefa Cûma dide diyarkirin ku têkiliya PYD’ê bi rejîma Sûriyê re heye û weha berdewam dike “PYD’ê bi rojeva rejîma Esed re dixebite. Peymaneke nepenî, sergirtî ya wan bi rejîma Esed re heye…PYD’ê rêxistineke despote, li Kobanî zilmê li me dike, çekan bi kar tine.” Mustefa Cûma balê dikişîne ser tirsa Tirkiyê û weha pêdediçe “Tirsa Tirkiyê, ji hebûna PYD’ê li Kurdistana Sûriyê ye. Tekez Enqere li dijî PYD’ê ye…Berî 2 mehan me li Hewlêrê hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Davûtgolû re. Davûtoglû red kir ku 5 endamên Konsey yên PYD’ê di civînê de amade bibin.” Her weha Mustefa Cûma der barê PYD’ê de weha berdewam dike “Li Sûriyê, PYD’ê Xweseriyeke Demokratîk ku nediyar û ka çi ye dixwaze. Lê em dibêjin; bila federasyon yan hikûmê zatî be.” Û dibêje “Sûriyê cihekî tevlîheve. Ereb, Kurd, Keldanî, Aşûrî, Çerkez, Ermenî, Turkmen..û Xirstiyan…Divê li Sûriyê hevkêşî û zemîneke weha hebe ku ev hemû di nava aştiyê de li bin banekî de bijîn. Ger ne wisa be li Sûriyê şer bi dawî nabe.” Mustefa Cûma çareserkirina pirsa Kurdî bi çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê ve girêdide û dibêje “Çi li Îraqê be, çi li Sûriyê be, çi li Tirkiyê be dê rojekê Kurd bigihin encamekî. Di vê mijarê de tu gumana min nîne. Ji bîr nekin hejmara zêde a Kurdan li Tirkiyê dijîn. Di çareserkirina pirsa Kurdî de Tirkiyê dikare rola sereke bilîze. Lê, mercê xwe yê sereke ew e ku Tirkiyê pirsa xwe ya Kurdî çareser bike…Ger ev pêk bê, dê PYD’ê jî weke pirsgirêk nemîne.” Mustefa Cûma li ser Tugeya Selahedîn Eyûbî jî disekine û dibêje “‘Hêza Selahedîn ji PYD’ê dûre nêzîkî me ye.’ Mustefa Cûma her weha der barê Tugeya Selahedîn Eyûbî de dibêje ku ‘di nava xwe de komên cuda hene. Ji kesên ji Artêşa Esed veqetiyayîn hatiye ava kirin. Komeke çekdare. Ji PYD’ê dûre nêzîkî me ye. Carna ligel Artêşa Azad tevdigere. Li herêmên Efrîn û Helebê dimîn in.”

 

Jêder Milliyet-Avestakurd