Gelo, vekişîna hêzên rejîma Sûriyê ji hinek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û radestkirina sazî û dezgehên Hikûmeta rejîmê bo PYD’ê di çarçoveya peymana di navbera her du aliyan de ye? Der barê vê mijarê de Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed çi dibêje?
em bi Kurdan re bikevin nava şer û eniyeke din ya şer li ber xwe vekin. Ji ber wê jî me leşker vekişand û niha kontrol di destê Kurdan de ye.” Her weha Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed dibêje ku “li dema pêş dê Kurd serêşiyekê ji Tirkiyê û Sûriyê re çêbikin.” Û dibêje ku ew “li dijî Selefiyên radîkal û milîtanên El Qayîde yên ji Tirkiyê tên şer dikin.” Li gor axivitina van parlementeran ku îdîa dikin Esed wisa gotiye der barê mijara PYD’ê û Kurdan de, aşkere dibe ku peyman di nevbara PYD’ê rejîma Esed de heye, lê naveroka vê peymanê çi ye, aliyan çi ji hev xwestiye, çi soz dane hev heta niha sergirtî ye û nehatiye aşkerekirin.
Li gor hinek parlementerên CHP’ê (Hesen Akgol, Refîk Eryilmaz, Mewlût Dûdû û Lewent Gok) ji ragihandinê re axivîn, li dema hewlana serbestberdana rojnamegerê Tirk Cuneyt Ûnal de, bi Serokdewletê rejîma Sûriyê Beşar El Esed re civiyane. Li gor îdîakirina van parlementeran di vê hevdîtinê de mijara PYD’ê jî hatiye rojevê û Beşar El Esed der barê hebûna PYD’ê de gotiye “Li dema dewleta Tirkiyê sînorê xwe vekir, me jî leşkerên xwe yên li wanderan vekişandin. Niha li wir, leşkerên me, cendermeyên me mixabin di destê PYD’ê û komên din yên Kurdan de ne. Hikûmeta AKP’ê sînor vekirin. Yan me dê bi Kurdan re şer bikra yan jî artêş vekişandibane. Lê, ji ber ku li cem Kurdan mebesta kuştina leşkerên me nebû, me got ne menitiqe ku
Avestakurd