Serrûpel Nûçe Ocalan rêberê mixalefeta Tirkiyê ye (Vîdyo)

Ocalan rêberê mixalefeta Tirkiyê ye (Vîdyo)

Belav bike

Rojnamevan û derhênerê giştî yê weşana kanala Haberturkê Fatih Altayli, li ser ekranê kanalê, di mijara bidawîbûnê grevên birçîbûnê de, gotinên ji wî nayên payîn kirin. Altayli di weşana zindî de wiha got: “Abdullah Ocalanê ku li Îmraliyê tê girtin, êdî derbasa qonaxa rêberê Kurd yê aqîl bûye. Niha piştî serokwezîr Erdogan, rêberê herî bandordar yê duyem e. Di mixalefeta Tirkiyê de jî yekem mirov e. Dihat gotin ku bandora Ocalan kêm bûye lê derkete holê ku ev ne rast e.”