Serrûpel Nûçe AA: Ketîbeya Xuraba El Şam nûnertiya me nake

AA: Ketîbeya Xuraba El Şam nûnertiya me nake

Belav bike

 Daxuyaniya ji aliyê Serokê Artêşa Azad Eqîd Riyaz El Esed ve hatî dayîn, Riyaz El Esed dide diyarkirin ku bûyerên li Serêkaniyê bûyîn hewl didin ku têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de xerab bikin û tenê xizmeta rejîma Sûriyê dike. Her weha Riyaz El Esed dibêje ku Ketîbeya Xuraba El Şam di bin sîwana Artêşa Azad de kar nake û nûnertiya Artêşa Azad nake, ji ber vê yekê jî tiştên ev ketîbe dike em xwe jê dişon. Riyaz El Esed balê dikişîne ser ala Kurdî jî û dibêje ku Artêşa Azad rêzê ji alê re digire û li ser tirimbêl û bargehên xwe digel ala serxwebûnê a Sûriyê bilind dikin. Serokê Artêşa Azad Riyaz El Esed teqez li wê yekê jî dike ku ew hewl didin aloziyê çareser bikin û rê li ber fitineyan bigirin û bang li xelkê Serêkaniyê dike ku li dijî fitineyan mil bi mil yek bin, rê li pêşiyê bigirin.

 

 

Avestakurd