Serrûpel Nûçe DBK: Xwedî li bajarên xwe derkevin

DBK: Xwedî li bajarên xwe derkevin

Belav bike
  

Li gor Ehmed Silêman ji rojnameya Rûdawê re axivî, lîstikên dijwar li ser Rojavayê Kurdistanê têne kirin û divê xelkê Kurdên Rojava beramber van lîstikan hişiyar bin. Li gor jêderê Ehmed Silêman dibêje “Beriya du rojan em wek Desteya Bilind çûn Serêkaniyê. Me dît gelek xelkê Asûrî, Ereb û Kurd hene û ew dikarin bê problem bi hev re bijîn. Em hewl didin ku li wir rêveberiyeke hevbeş ji van hemû xelkan ava bikin ku bikarin bê problem hebûna xwe bidomînin. Îcar hin komên çekdar tên vê aramiya li vî bajarî xirab dikin. Ew dibêjin em ji bo aramiya herêmê tên. Lê herêm ji xwe aram e, ti problem li wir tune ne eger hûn neyên. Ev kom jî ne yek e, gelek in û gelek perçe ne. Niha bi qasî ku em bi wan re dikevin têkiliyê, hin ji wan dibên ev bûyer bi me çênebûye, hinek tên tevî heviyan çêdikin û me bera hev didin. Ne seriyek in ku em bizanin. Ew bi xwe jî di nava xwe de gelek parçe ne.” Ehmed Silêman di berdewamiya axivitina xwe de balê dikişîne ser armanc û lîstikên van koman û dibêje “Ev meş gelek giring bû. Xelkê Serêkaniyê bixwe ji me daxwaz kir ku em meşeke wiha di nav xwe de çêbikin û bangî koçberan bikin. Hevalên ji Desteya Bilind yên Amûdê û Dirbêsiyê bi me re bûn, wan jî gotin em ê jî piştgiriyê bidin we û me kir biyar ku meşek were lidarxistin. Ji ber ku rewşa Serêkaniyê hinek aram bûbû û hêviya xelkê çêbûbû, gelek koçber ketibûn rê ku vegerin. Gelek ji wan vegeriyabûn jî. Loma vê komê ev bûyer derxist ku xelk neyê car din li bajarê xwe bi cî nebe. Ev leyistikên dijwar in, gerek xelkê me bizane ku ev dixwazin em bajarên xwe vala bikin. Loma banga me ew e ku xelkê me cî û warê xwe neterikînin û xwedî li bajarên xwe derkeve.” Silêman teqez li wê yekê dike ku divê ev komên han ji bajar derkevin da ku pirsgirêk mezintir nebe û got “Niha wan êrîşeke xirab birine ser kurdan. Kurdek  bi navê Abîd Xelîl şehid ketiye, ew serokê meclîsa gel ya Serêkaniyê bû. Em ê binêrin û van bûyeran lêbikolin. Hêviya me ew e ku ev problem hê bêtir mezin nebe û ev komên çekdar ji herêmên me derkevin û nebin sebeba bêaramiya me.” Hêjayî gotinê ye, ji dema komên çekdar bi navê Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bûyî, gelek ziyan gihişte xelkên bajar. Bihezaran xelkê bajêr cih û warê xwe hêlan, bidehan xaniyên xelkê sivîl ji encama bombebarana balefirên rejîma Esed bi hênceta van koman hilweşiyan, gelek kes jiyana xwe ji destdan û gelek jî birîndar bûn. Herî dawî vê koma çekdar êrîşî Serokê Meclîsa Gel ya Serêkaniyê Abîd Xelîl kir û di encam de jiyana xwe ji destda.

 

Avestakurd