Fitbolîstê Real Madrîdê yê navdar Cristiano Ronaldo, destûr da firotina “Pêlava Zêrîn” a ku sala çûyî bidestxistibû. Ev Pêlava Zêrîn a Ronaldo, di muzayedeyekê de hate firotin. Bi firotina Pêlava Zêrîn a Ronaldo, nêzika mîlyonek û 500 hezar Euro qezenç hate bidestxistin û Ronaldo ew qezenca bexşande zarokên Filistîniyan. Bi ew peran wê li bajarê Gazzeyê ji bo zarokên Filistîniyan dibistanek were çêkirin.