Li gor HPG’ê di malpera xwe de der barê pevçûnên van 3’ê rojan de belavkirî, artêşa Tirkiyê ziyaneke mezin dîtiye. HPG’ê der barê êrîşa li roja 16’yê Mijdarê de pêkanî dibêje “Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Govendê û Girê Silorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Silor bi cîh bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Operasyona li vê herêmê di 17’ê mijdarê de piştî nîvro paş de vekişiyaye. Piştî vê operasyonê artêşa dagirker a tirk heta danê êvarî li dijî vê herêmê bi hewan û obusan, danê şev jî bi balefirên şer bi dijwarî û bê navber bombebarankiriye.” Her weha der bare pevçûnên di rojên16-18-19’an yên meha Mijdarê de qewimîn weha berdewam dike “Di encama vê çalakiyê de 17 leşker hatine kuştin, 3 çekên melez ê HK33, çekek M16, çekeke sûîkastê, 2 çenteyên piştê û gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Heta danê êvarî di navbera leşkerên dijmin ên xwestine werin mudaxeleyê pevçûnên dijwar qewimiye, herweha herêm bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.” Der barê xistina helîkopterê de jî ev agahî hatin dayîn “Helîkoptera skorky ya xwestiye li herêma Xapûşkê daxîne ji aliyê gerîlayên me bi awayeke bandor hatiye lêdan, helîkoptera giran derbe xwariye dema xwestiye ji herêmê dûr bikeve di navbera gundên Bêtkarê û Bêsosin de ketiye xwarê û 20 leşkerên di hundirê wê de hatine kuştin. Helîkptereke din a skorsy ya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, derbe xwariye û naçar maye li Girê Silor bi lezgînî daxîne xwarê.”
Avestakurd