Serrûpel Nûçe “Bi şev dijîm, ji rojê dûr im”

“Bi şev dijîm, ji rojê dûr im”

Belav bike
Nezîr Palo, ev çend salin beşdarî festîvalên helbesta kurdî li Ewropa nabe, sedema vê çi ye gelo, dema ku me pirs kir, Palo bersiva pirsa me da û got: Berê ez beşdar dibûm. Lê dema ku min dît ew festîval êdî ji ruhê helbestê bi dûr dikevin, û naveroka wan ji helbestê vala dibin, û tenê nav heye naverok tunen ye, ez bi dûr ketim…“ 

Nezîr Palo wiha berdewam dike: „Mixabin ne helbestvan hene, ne jî guhdar. Tenê nav li ser wan maye festîvala helbesta kurdî“ 

Nezîr Palo diyar dike ku tenê hinek kes dixwazin navê wan were rojevê û behsa wan were kirin. Her wiha ew festîval di warê rêkxistinê de jî, ne rêkûpêk in. Ev jî dihêle ku mirov ji wan festîvalan sar bibe…“ 

Kengî ew beşdar bibe? Nezîr Palo dibêje, şertên wî yên beşdarbûnê tune ne. Dema ku nirx û qîmeta helbestê bilind bû, ewê wê demê beşdar bibe… 

Nezîr Palo rexne dike û dibêje, di festîvalên helbestan de, stranbêjek seetekê stranan dibêje û beşdar li ber dîlanê digirin, helbestvan jî 5 deqeyan helbesta xwe dixwîne û kesek lê guhdar nake. 

Palo dibêje mesafeteke mezin di navbera milet û helbestê de heye. Hîn Kurd negihiştine wê radeyê ku li helbestê guhdarî bikin.

Nazîr Palo, dide zanîn ku ji helbestvan re kultur û çandeke kûr lazime , helbestvan divê xwediyê çandeke kûr be.

Wiha berdewam dike:

Helbestvan divê sînoran nas neke. ji Îdeolojiyan rizgar be. Divê helbestvanekî azad be.

Nezîr Palo ji me re dibêje ku ew bi şev dijî, ew ji jiyana rojê hez nake, şev bi wî ji rojê pir xweştir e. Ew piraniya helbestên xwe bi şev dinivisîne.

Ew dibêje, gelek caran ew naxwaze rojê bibîne. Ew bi şevê ve girêdayî ye. Ji şevê hez dike, şev jiyana wî ye.