Li gor agahiyên hatine bidestxistin, komên bi navê Guraba El Şam û Cebhet El Nasra hejmara hêzên xwe li ser sînorê Tirkiyê kom dikin û bi hejmareke mezin dixwazin ji aliyê Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bibin. Ev komên han hêzên xwe ji bajarên wekî Hemayê tînin. Van koman ku 208 çete ji navçeya Xab a girêdayî bajarê Hemayê anîne û ji Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bûne, niha li ser sînor sekinîne. Hêjayî gotinê ye, duhî (21/11/2012) danê êvarê van komên çeteyan êrîş kiribû lê hêzên YPG’ê bersiv dabû û pevçûnên dijwar qewimî bûn.
Avestakurd