Serrûpel Nûçe Em rê nadin ku bi çarenûsa Kerkûkê bilîzin

Em rê nadin ku bi çarenûsa Kerkûkê bilîzin

Belav bike

 Dr. Berhem Salih der barê pirsa Kerkûkê de bersiva pirsên rojnameya Hawlatî a li Başûrê Kurdistanê weşana xwe dike da û got “Erkê Kurd ewe ku ew hemû rênemayên îdarî û siyasî û pêgeha rewa û destûrê yak u heyî em li Bexdadê bihêz bikin û li gel aliyên Îraqî de jî behsa plana kêşeyan bikin ku li Bexdadê ye û li wir em wan kêşan çareser bikin.” Lê Dr. Berhem Salih der barê pirsên heyî de diyarkir ku helwesta YNK’ê û PDK’ê têrê nake û weha got “Helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê PDK gelek giringe, lê belê bi tena xwe be snake, pêwîstiya qonaxê bi hemahengiya cidî yê di navbera opozisyon û desthilatê heye.” Her weha Salih teqez li wê yekê kir ku dê Kurd rê nedin ku careke din Kerkûk bê terîbkirin û wêran kirin û got ” Kerkûk nasnameya xebata netewî ya gelê meye û bi yek helwest Kurd rê nadin neyaran ku, careke din Kerkûkê Te`rîb û malwêran bikin.” Salih weha dewam kir ” Rêbazek desturî hatiya danan bo çareserkirina kêşeya Kerkûkê bo rastkirina ew neheqî û zilmên li navçeyê hatiye kirin û vegeriyana wê bo hembêza Kurdistanê.” Û diyarkir ku ew ê rê nedin bi çarenûsa Kerkûkê bilîzin û got “Em piştevan û hevkarê îdareya Kerkûkê ne bo xizmeta Kerkûkê û berevanîkirina li ewlehî û seknandin li hemberî binpêkirinên destûrê bi rêya damezrandina fermandariya Dîcleyê, her weha hevkariya hevpeymaniya di navbera pêkhateyên Kerkûkê li Kurd û Tirkuman û Ereb yên resen li wê navçeyê bo xizmetkirina Kerkûkê û avadanyia wê û astengkirina her hewleke dijminkarî ji aliyê Bexdadê. Em rê nadin ku bi çarenivîsa Kerkûkê bilîzin.” Salih bal kişand ser parastina bajarê Kerkûkê û got “Heya çareseriyên destûrî encam nedin, pêwîste em Kerkûkê biparêzin û nehêlin muraheneyên siyasî li ser bêne kirin û bikin kerta hevrikî. Em rê nadin bi berovajî rêbazên destûrî ku ji bo çareseriya kêşeyan hatine danîn, ku tu hêz û aliyekî siyastê li ser bike.” Salih berdewam kir û got “Bi hikumê ku Êmerîka Îraq ji destê Sedam û rêjîma wî rizgar kir û çend salek li Îraqê mabû, rêkeftina ewlekariyê li gel Îraqê heye, her weha Îran jî karîgeriya xwe li ser gelek rûdanên Îraqê heye. Ji ber vê yekê ji bo me giringe ku bo çareserkirina qeyranan hesabê pêwîst bo karîgeriya van û aliyên din jî bikin, lê belê tişta giring em wan nekin beşek ji kêşeyan.” Salih diyarkir ku ew dixwazin ligel hemû aliyan çareseriyê bibînin û got ” Niha em li gel Îranê û Emerîka di peywendiyên berdewam dane ku bi hemû aliyan re em dixwazin çareseriyêkê bo van arîşeyan û vê qeyrana niha bibînin.”

 

Avestakurd