Serrûpel Nûçe “BDP PKK’ya zagonî ye, PKK jî BDP’ya çekdar e“ (Vîdyo)

“BDP PKK’ya zagonî ye, PKK jî BDP’ya çekdar e“ (Vîdyo)

Belav bike

Nivîskar û rojnamevan Cengîz Çandar, beşdarî bernameya ÎMC Tv.yê bû û bi pêşkêşvan Ayşegul Dogan re ji heyama Turgut Ozal bigre heta heyama Recep Tayyip Erdogan pirsgirêka Kurd nirxand. Çandar diyar dike ku, di pirsgirêka Kurd de, nav ji pirsgirêkê nekirin, li ber çareseriyê astengiya herî mezin e. Erdogan jî di destpêkê de ji bo çareseriya pirsgirêkê got ”Vebûna Kurd”, lê dûra nav guherand kire “Vebûna Demokratîk”, bi vê jî nesekinî navê çareseriyê kire “Yekîtî û bihevrebûna Milî.” 
Çandar îfade kir ku, di heyama Turgut Ozal de pirsgirêk çareserkirin hîn hêsan bû, îro pirsgirêka Kurd çareserkirin hîn zor e. Wê demê PKK hîn 9-10 salî bû, îro 30 sal li pey xwe hîştiye û erdnîgariya xwe jî berfirehtir kiriye.
Rojnamevan vê tesbîtê jî dike, îro tevgera siyasî a Kurd li her aliyê Tirkiyê xwe rêxistin kiriye. BDP, PKK’ya bêçek a siyasî ye, PKK jî li çiya BDP’ya çekdar e.
Çandar diyar dike ku li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi nasnameyeke nû derketiye ser sehneya dîrokê. Kurdên Tirkiyê êdî bi TRT6ê, li girtîgehan bi dayika xwe re bi Kurdî axaftinê û li zanîngehekê bi enstîtuyekê tatmîn nabin, çimkî li parçeyên din li dewletên ku li gorî Tirkiyê hîn şûnda mane Kurd xwe rêvedibin.