Serrûpel Nûçe Di maça Fenerbahçeyê de ala Kurdistan û PKK

Di maça Fenerbahçeyê de ala Kurdistan û PKK

Belav bike

Di pêşbirka Lîga Ewrupa a UEFA’yê de ala Kurdistanê û PKKê vekirin. Pêşbirka ku li Marsîlya, di navbera tîmên Olympigue Marsîlya û Fenerbahçeyê de dihat lîstin de, di dewra duyem deqa 60. de komeke ji zêdetirî 10 kesan pêk dihat, li trîbûnên alîgirên Marsîlya ala Kurdistan û PKKê vekirin. Hin kesên ku nêzika çalakgeran rûdiniştin, xwestin midaxeleya bûyerê bikin û ji ber vê di navbera wan de gengeşî rûda. Dûra peywirdarên ewlehiyê hatine cîhê bûyerê û kesên ku gengeşî derxistibûn derxistine derve. 
Di heman pêşbirkê de, hîn ku pêşbirkê destpê nekiribû, mirovekî ala Yewnanîstanê hilda. Alîgirên Fenerbahçeyê bertek nîşana wî kesî jî dan.