Serrûpel Berhemên Nû “Filozofê Kurd Hazretiyê Şêx Ehmedê Xanî”

“Filozofê Kurd Hazretiyê Şêx Ehmedê Xanî”

Belav bike



Der barê hezretiyê Şêx Ehmedê Xanî de gelek pirtûk tên weşandin, ji ber ku ew helbestvan û fîzozefekî kurd e û di nav wêjeya kurdî û cîhanî de xwediyê cihekî bênîqaş e. Nivîskarê lêkolîner Abdullah Yaşın di pirtûka xwe de kesayetiya Şêx Ehmedê Xanî ya pir alî, digel zanyarî û zanatiya wî ya olî, girêdana wî ya ziman û wêjeya kurdî, entelektuelî û bihîstyariya wî, helwest û sekna wî ya şexsî bi agahiyên berfireh û mînakan pêşkêş dike. Cudahiya vê pirtûkê ew e, ku şert û mercên jidayikbûna Ehmedê Xanî vedikole, serpêhatiyên êla Xaniyan bi berfirehî tîne zimên û ji bo rastiyên di vê mijarê de derxe ser rûyê erdê hewl dide. Ji ber vê, ji bo rastiyên winda û nayên zanîn derkevin holê, pirsên wekî “çi bûbû” dipirse û pirtûk ji vî alî ve ji kata şikestî ve li mijarê dinihêre. Di pirtûkê de ji berhemên Xanî hin beş li Tirkî hatine wergerandin. Her wisa di dawiya pirtûkê de lîsteya Xaniyên ku ji ber tevkujiyê reviyane û li gelek bajar û herêman belav bûne, hatiye weşandin. Pirtûk ji gelek aliyan ve ji surprîzan re vekirî ye.

Abdullah Yaşın, Lêkolîn/, 347 /rûpel, 2012 Amed Weşanen Lîs