Serrûpel Berhemên Nû “Pêlên Eşqê” ya Dirbas Mistefa derket

“Pêlên Eşqê” ya Dirbas Mistefa derket

Belav bike


 

 

B careke din bi tîpên latînî di nav weşanên Dîwanê de derket. Pêlên Eşqê berhema Dirbas Mistefa ya helbest û pexşanan e.

Dirbas Mistefa ji helbestvan û nivîskarên cîlê nû yê Kurdistana Başûr e. Ew jî xwe ji peyrewên Melayê Cizîrî yê ku “mubtelayê eşqê” bûye dihesibîne.

Mistefa, di berhema xwe de helbest û pexşan bi hev re meşandine û di vî warî de nimûneyeke baş û hêja li edebiyata kurdî zêde kiriye. Bi vî awayî cihê ku helbestê têra nekirî, Mistefa uslûba pexşanê bi kar aniye. Lewra bi baweriya wî helbest û pexşan bi hev re, bi zor dikarin derdê “pêlên eşqê” binehwirînin.

Mistefa, nivîskar, helbestvan û rojnamevanekî aktîf e. Ew di heman demê de xwendevanekî baş, vekolerekî hişyar e.  Dirbas Mistefa bi “Pêlên eşqê” û “Wararên Edebiyatê”. Me vedixwîne û dibêje: ”Hûn jî kerem bikin, bikevin nav pêlên eşqê. Lê li xwe hişyar bin, li xwe miqate bin ku çu pêl li we nekevin. Nexwe dê deryaya evînê wekî ku gelek xeniqandine dê we jî bixeniqîne.”



Dîwan Kitêb

Zeyrek Mah. İtfaiye Cad.

No: 17/3 Fatih İstanbul

Tel: 0212 5344830

diwankitab@gmail.com