Serrûpel Nûçe Ji bo yekîtiya Rojava çalakiya greva birçîbûnê

Ji bo yekîtiya Rojava çalakiya greva birçîbûnê

Belav bike

Li Hewlêrê, di demeke ku endamên Desteya Bilind a Kurdî (DBK) li wira dicivin de, komeke Kurdên Kurdistana Rojava, bi armanca protestokirina lihevnehatina partiyên Rojava, ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Tê armanckirin ku balê bikişînine ser rewşa parçebûna partiyên Kurdên li Rojava. Çalakî, li biroya rêxistina alîkariyê a Newrozê destpêkiriye. Pêşengiya vê çalakiyê, endamên Yekîtiya Jinên Kurdistana Rojava dikin. Dîsa Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Rojava jî piştgirî daye çalakiya greva birçîbûnê. 
Çalakgeran 3 armancên çalakiya xwe wiha eşkere kirine: Yekîtiya Kurdên Rojava, ji Serêkaniyê derxistina Artêşa Azad a Suriyê û di qada navneteweyî de dengê Kurdên Rojava bilind kirin.