Di civîna duhî de (22/11/2012) hemû nûnerên partiyên siyasî teqez li wê yekê kirin ku, destûra Îraqê, peymanên siyasî ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî vet ê binpêkirin. Her weha di civînê de nûnerên siyasî yên Herêma Kurdistanê hêzên operasyonên Dicîle weke metirsiyek (xeter) li ser gelê Kurd û Herêma Kurdistanê û bilindkirina pêlên şovenîstî û derbaskirina qeyrana nav Hikûmeta Bexdayê bo Kurdistanê bi nav kirin. Dîsa di civînê de aliyan teqez li ser hilweşîna hêzên operasyona Dicîle kirin. Di dawî de nûnerên siyasî yên Herêma Kurdistanê nameyeke hevbeş pêşkêşî Hevpeymaniya Niştimaniya Îraqê û pêkhatiyên siyasan û aliyê siyasên din yên peralamana Îraqê bikin ku yekgirtin, yekrêziya û yek helwestiya Kurdan li dijî binpêkirina destûrê û dîktatoriyetê tîne ziman. Her weha hemû aliyan ji bo parastina xaka Kurdistanê piştgiriya xwe bo pêşmergeyên Kurdistanê ragihandin. Aliyên siyasî yên di civînê de amade bûyîn:
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê
Partiya Şu’î(Komunistên) Kurdistanê
Tevgera Demokrata Turkmen
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Erbîla Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr
Tevgera Demokrata Aşûrî
Lîsta Ermen
Avestakurd