Serrûpel Nûçe Li Serêkaniyê 25 çeteyên çekdar hatine kuştin

Li Serêkaniyê 25 çeteyên çekdar hatine kuştin

Belav bike

 Duhî (22/11/2012) di encama êrîşa komên çeteyên çekdar li ser bajarê Serêkaniyê de pevçûnên dijwar di navbera çeteyan û YPG’ê de qewimî bûn û heta dinya tarî bû pevçûn dom kiribûn. Li gor agahiyên dawî hatine bidestxistin, di pevçûnên duhî de li taxa Hawarna 20 çete tên kuştin û 4’ê tirimbêlên leşkerî ji aliyê YPG’ê ve têne şewitandin. Dîsa di pevçûnên nav bajêr de 5 çete tên kuştin. Di van pevçûnan de 25 çete têne kuştin, 20 birîndar dibin û endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dide û yek jî birîndar dibe.

 

Avestakurd