Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piştî êrîş û pevçûnên 4 rojan û di encam de komên çeteyên çekdar wendahiyên mezin beramber Yekîneyên Hêzên Parastina Gel (YPG) dan, îro (23/11/2012) piştî pevçûnên danê nîvro komên çeteyên çekdar daxwaza ragihandina agirbestê ji YPG’ê kirin. YPG’ê jî agirbest bi merc qebûl kir. YPG’ê ji wan xwest ku di nava 2 rojan de bajarê Serêkaniyê terk bikin û ji bo rêveberiya bajêr ji Kurd, Ereb, Aşûrî û Ermeniyan Konseya Gel bê ava kirin. Her weha YPG’ê hişiyarî da van koman û diyarkir ku di nava 2 rojan de ev merc pêkneyn dê agirbest ji holê rabe. Hêjayî gotinê ye, piştî van danûstandinên di navbera her du aliyan de ku bi rêka hinek derdoran hate kirin, li Serêkaniyê çek bê deng bûn.
Avestakurd