Serrûpel Nûçe Malikî ji Erdogan re: Pirsên nava xwe çareser bike

Malikî ji Erdogan re: Pirsên nava xwe çareser bike

Belav bike

 Her ku diçe têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îraqê de têk diçin û alozî di navbera her du welatan de kûr dibe. Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî vê carê bi şêwazeke tund êrîşî Erdogan kir. Erdogan ku herî dawî gotibû ’em ji pêşketinên di navbera Hikûmeta Navendî a Îraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bi tirs û guman in. Ev weke karê navxweyî nayê dîtin’, ji aliyê Nûrî El Malikî ve bersiveke tun hate dayîn. Nûrî El Malikî li ser rûpela înternetê a fermî ya Serokwezîrtiya Îraqê bersiva Erdogan da û got “Bila Erdogan giranî bide pirgirêkên nava welatê xwe. Divê Tirkiyê di ferqa wê yekê de be ku rewşa nava Tirkiyê bitirs û guman e. Divê birêz Erdogan berî her tiştî li ser pirsgirêkên navxweyî bisekine û çareyekê jê re bibîne ji ber ku tirsa me ew e rê ji şerekî Mezhebî û etnîkî re veke. Pêşniyariya me ji Erdogan re ew e pirsgirêka hindekahiyan çareser bike û Tirkiyê pirsgirêkên xwe derbasî hemû herêmê neke. Ji ber ku evane tenê pirsgirêkê ji dewleta Tirk û gelê Tirkiyê re tine. Em di fikara parastina Tirkiyê de ku Tirkiyê pirsên xwe yên navxweyî û derve derbas bike. Ji ber vê çendê ew firsend heye ku li ser bingeha bê nêzîkbûna ji karê navxweyî re, bi Îraqê re têkiliyên dotsanî û berjwendiyên beramber hev bê girêdan.” Her weha Malikî berdewam dike û dibêje “Ji bo hestiyariyê em sipasdarê Erdogan in. Lê, bi xêra zanîn û hişiyariya gelê Îraqê dê şerê navxweyî çênebe. Dê Hikûmeta Navendî ya Îraqê jî destûr need tu bibe kehanetê şerê petrolê. Ji ber ku petrola Îraqê ya hemû gelê Îraqê ye dê bê parastin. Hêvîdarim ku Tirkiyê piştgirî bide vê siyaseta me û peymanên berkevîka mor nake.”

 

Avestakurd