Aktorê Amerîkî yê navdar yê sînemaya Holywoodê Robert De Niro, li ser meseleya Îsraîl û Filistîn, daxuyaniyeke tund da. Robert De Niro, ji ber ku Amerîka pişta Îsraîl digre, welatê xwe sûcdar dike û dibêje, “hemû sûc, ji ber ku dewleteke mîna Îsraîl destek dike, yê Amerîkayê ye. Çima em ji ber kirinên ku Îsraîl dike, Îsraîl an Îsraîliyan sûcdar dikin ku?”
Robert De Niro, ev gotina li ser pirsa nûçegîhanê kanala Fox’ê kir. Nûçegîhan li hemberî ev bersiva Robert De Niro matmayî ma. Robert De Niro ew ferq kir û wiha got, “dema ku hûn ji aliyê kûçikekî har ve werine gezkirin, hûn kê sûcdar dikin? Gelo hûn kûçik sûcdar dikin an xwediyê kûçikê har? Bê guman mirov xwediyê kûçik sûcdar dike. Loma jî hemû sûc yê Amerîkayê ye. Ji ber ku dewleteke mîna Îsraîl destek dike.”