Serrûpel Nûçe “AKP nikare Kurdên Rojava asteng bike“

“AKP nikare Kurdên Rojava asteng bike“

Belav bike
Nivîskarê lêkolîner Faîk Bulut, di derbarê rewşa Kurdên Rojava de diyar dike ku, hikumeta AKP nikare li pêşiya Kurdên Rojava bibe asteng. Bulut dibêje, “Welatên Rojava û Amerîka, bi rêbazên klasîk bi top û tank û leşkeran wê midaxeleya Suriyê nekin. Vana wê hêzên mixalîf bikişînine cem xwe û ku çawa di sala 2003 an de li Iraqê rejîm rûxandin, wê li Suriyê jî heman rêbazê biceribînin.”
Faîk Bulut ji bo Kurdên Rojava jî dibêje, “Kurdên ku li Suriyê rêvebiriya xwe girtine destên xwe, ji bo Tirkiyê surprîzek bû. Hikumeta Tirkiyê dixwaze midaxeleya Suriyê bike lê ji dewletên din destek negirt. Hikumeta AKPê her tim propagandaya ‘Kurd dike li Suriyê dewletekê ava bikin û PKK dike li Suriyê çalakiyan bike’ kir. Halbûkî li Suriyê rewş hîn cuda ye. Kurdên Rojava tenê ji rewşa Suriyê sûd wergirtin û rêvebiriya xwe girtine destên xwe. AKPê rasterast nikaribû midaxeleya Kurdan bike, ji ber vê bi destên Barzanî xwest ku Kurdên Rojava parçe bike. Di vê de jî biserneket. Îcar Tirkiye bi piştgiriya Artêşa Azad a Suriyê, hewl dide ku Kurd û mixalifên Ereb bera hev bide. Pevçûnên ku li Serêkaniyê pêk tên encama ev siyaseta Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze di hundir de Suriyê qels bixîne. Rola ku Tirkiye li Serêkaniyê dilîze pirr eşkere ye. Tirkiye dixwaze Kurdan qetl bike.”