Serrûpel Nûçe Rejîma Sûriyê dixwaze li Qamişloyê çi bike?

Rejîma Sûriyê dixwaze li Qamişloyê çi bike?

Belav bike

 Li gor agahiyên hatine bidestxistin û jêderên pêbawer ji Qamişloyê a Rojavayê Kurdistanê ji Avestakurd re ragihandîn, artêşa rejîma Sûriyê di bin siya parastina helîkopteran de bi dehan tank, tirimbêlên leşkerî, çekên giran û bi hezaran leşker şande Qamişloyê. Hêjayî gotinê ye, balkêşe ku li demeke ku piştî ragihandina agirbestê di navbera komên çeteyan û YPG’ê li Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê, kombûna partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ku tê gotin lihevkirine û gotûbêjên ku dê moşekên (Fûze) NATO li ser sînorê Sûriyê bêne bicihkirin ji aliyê Tirkiyê ve hene, rejîma Sûriyê hejmareke zêde leşker û çek şandiye Qamişloyê.

 

Avestakurd