Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê der barê civîna nûnerên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya li roja 22/11/2012’an di bin serokatiya Serokê Herêmê de li paytexta Kurdistanê li Hewlêr pêkhatî de peyamek belavkir. Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand ku ew civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê baştirîn bersiv bû bo planên li dijî Kurdistanê. Her weha Serok Barzanî dibêje ku her li ser wê yekrêzî û yek helwestiyê em dikarin hemû planan pûç bikin. Hêjayî gotinê ye li roja pênceşmbê (22/11/2012) ji bo nirxandina pêşketinên dawî di navbera Hewlêr û Bexdayê de di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê de nûnerên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya bûn û civîn bi yekrêzî û yekdengî li dijî hemû planên li ser Kurdistanê bidawî bûbû.
Avestakurd