Serrûpel Nûçe Divê Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin

Divê Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin

Belav bike

 Hat zanîn, îro (25/11/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeya hevbeş ya partiyên Rojavayê Kurdistanê re ku ev çend roj bûn li Herêma Kurdistanê ne civiya. Di civînê de Serok Barzanî dubare piştevaniya xwe ji bo dawxaz û mafên Kurdên Rojava diyarkir û got ku teqez divê partiyên Rojavayê Kurdistanê yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin û rê beramber her helwestekê bigirin ku bibe sedema têkçûna yekîtiya wan. Ji aliyê xwe ve, şandeya partiyên Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa Sûriyê û rewşa Kurdên Rojava sekinîn û teqez li ser pêgiriya bi peymana Hewlêrê û yekîtiya Kurdan di warê daxwaza mafên Kurdan de kirin.

 

Avestakurd